Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in

img
STENBOL - Karkeran, diyar kirin ku ger tezmînata qidem ji wan bê girtin, wê tu ferqa wan ji koleyên 200 salî berê nemîne û gotin: “Ji bo tazminata qidem greva giştî hinceta me ye û em banga li sendîkayan dikin ku li ser sozên xwe rawestin.” 
 
Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Tayyîp Erdogan, bi plan dike ku di çarçoveya paketa Mertalê Îstîhdamê de, tazmîneta qidem a Pergala Emekdarî ya Temamker (TES) derî fonê bike. Bi vê dixwazin ku tazmîneta qidem a tekane ewlekariya kerkerên bi salan dixebitin e, ji holê rabikin. Karker li dijî vê planê bi bertekin. Kerkerên bertekê nîşanî vê planê didin, li bendê ye ku di rojên pêş de ji bo mafê xwe yê tazmîneta qidam derkevin kolanan. Karkeran, diyar kir ku tazmîneta qidem ewlekariya wan a di kar de bimînin û banga têkoşîna hevpar a li dijî êrîşa qidemê kirin.
 
DEMEK DIRÊJE DI ROJEVA DESTHILATDARIYÊ DEYE
 
Karkerê înşeattê Sedat Aydin, anî ziman ku ker bi tazmîneta qidem li mafê xwe diğerin û wiha axivî: “Li dijî tezmîneta qidem ev demek dirêj êrîşên desthilatdariyê hene û ev plan di rojeva sermayedarane. Bi van êrîşan hewl didin karker nebin hêz û hin sendîka li gel hikumetê cihê xwe bigirin. Ji ber tazmîneta qidem karker di kar de dimînin. Ji ber ku patron, wisan bi rehetî nikarin bi karkerekê ku tezmîneta qidem qezenc kiriye ji kar derbixin. Ger tazmîneta qidem dewrî fonê bê kirin, wê patron bi awayekê pir rehet karkeran ji kar derbixin. Dîsa wê karker nekarin temamiya pereyê xwe bigirin. Di heman demê de wê karker nekarin serî li dadgehê bidin.”
 
‘ÇI PÊWÎSTE DIVÊ BÊ KIRIN’
 
Aydin, dest nîşan kir ku karker bi pergala taşeronê di rewşeke koleyên modern de ne û wiha got: “Îstîhdamên Kardêr bi navbeynkariya buroyan, dikare karkeran kirê bike. Em îro ji vê re divêjin koledariya modern. Ger tezmînata qidem ji destê me here, wê tu ferqa me ji koleyên 200 salî berê nemîne. Divê em li dijî vê yekê derbikevin û têbikoşin. Ji bo ku tazmîtana qidem dewrî fon neyê kirin, çi pêwîste be divê em bikin.”
 
HEWL DIDIN MAFÊ ME JI ME BIGIRIN
 
Ûlaş Kayhan jî, anî ziman ku ew weke teknîker dixebite û wiha bilêv kir: “Desthilatdariyê her tim bi plankiriye ku tazmîneta qidem dewrî fonê bike. Ji bo vê her tim li benda şert û mercên guncaw bûye. Îro gelek mafên karkeran ji destên wan hatiye girtin. Niha jî vê yekê dikin. Weke tevahiya cîhanê, li welatiyê me jî êrîşên mezin li ser karkeran hene.”
 
JI KAR DERXISTANA KARKERAN WÊ REHET BIBE
 
Kenan Aydin ê kerê ewlekariyê dike jî, da zanîn ku tazmîenta qidem ewlekariya karkerane û hirsa xwe anî ziman: “Ger qidem dewrî fonê bê kirini wê ji kar derxistina karkeran rehetir bibe. Ji ber vê, derbarê  pêşeroja karkeran de fikarên me hene. Emekdarî û qidem xeyalê gelek karkerane. Ger qidem dewrî fon bê kirin wê ev xeyala karkeran tune bibe. Divê sendîka xwe dî vî mafê karkeran derbikevin û gotinên xwe yên ‘ Qidem xeta me ya sore’ û ‘hinceta greva giştiye’ bi cih bîn in. Divê em bibin yek û hêza xwe nîşanî sermayedar û dewletê bibin. Teqez divê em destûr nedin ku dest bi din tazmîneta me.” 
 
‘QİDEM EWLEKARIYA KARKERANE’
 
Erkan Gokçe yê got ew bêkare û li kar digere jî, nerazîbûnên xwe yên li dijî plana tazmîneta qidem dewrî fon kirinê anî ziman û wiha bertek nîşan da: “Tazmîneta qidem pêşeroja karkerane. Dixwazin mafê karkeran ji destên wan bigirin. Ger qidem dewrî fon were kirin, wê hemû xeyalên karkeran têk biçin. Qidem, sîgorteya keda dest û xêdana eniya karkerane. Destkeftiyên me bi têkoşînê bi dest xistin, dixwazin ji me bigirin. Divê em hemû bi hevre têbikoşin.”