Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye

img
AMED – 'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû gava Şaredariya Rezanê dewr girtibû di qaseya şaredariyê de 150 milyon TL hebû û tu deynên şaredariyê tunebûn. Lê belê derket holê ku Beyoglû, berî ku 6 mehên ewil ên budçeya salê temam bibin budçeya 192 milyon TL'yî qedandiye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Yanî Beyoglû di nîv salê bi giştî 432 milyon TL xerc kiriye.
 
'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû ku Şaredariya Rezan a Amedê bêdeyn û di qaseya wê de 150 milyon TL dewr girtibû, berî ku 6 mehên budçeya salê temam bide 192 milyon TL xerc kiriye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Beyoglû, berî ku 6 mehên wî biqedin 432 milyon TL xerc kiriye û ji roja hatiye tayinkirin, ji sala 2019'n ve, heya niha 612 milyon TL xerc kiriye. Hat hînbûn ku Beyoglû ji bo deynine din bike ji meclîsa şaredariyê xwestiye ku karbidestiya wî zêde bikin.
 
SEDEMA TAYINKIRINA QEYÛM
 
Piştî hilbijartina herêmî li gor partiyan hejmara endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê; 30 HDP'î û 7 jê jî AKP'î bûn. Lê belê dû re qeyûm tayinî şûna 12 endamên HDP'î hatibûn kirin û bi vî awayî hejmara endamên HDP'î kêm bûbû û piraniya meclîsê ketibû
 
Endama HDP'î ya Meclîsa Şaredariya Rezanê Halîme Bayram ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, destnîşan kir ku piştî hejmara endaman hatiye guherandin şaredarî ketiye bin deyna.
 
Bayram, got: "Em ji bo budçeya 2019'an a Şaredariya Rezanê di meha Cotmehê de li hev bûn. Pêşniyara hat ber me; budçeya şaredariyê ji 180 milyonî bibe 345 milyon TL. Me ev yek qebûl nekir. Bi metirsiya ku ev budçe bibe sedem hin nelirêtiyan me qebûl nekir. Ji ber ku piraniya meclîsê di destê me de bû me qebûl nekir. Dû re me budçe 10 milyon zêde kir, kir 192 milyon."
 
Bayram, bibîr xist ku wê di meha Adarê de hevdîtinên ji bo rapora kar û barên salane yên şaredariyê dest pê bikirana lê belê beriya hevdîtinan qeyûm tayinî şûna endamên HDP'î hatin kirin û sirf ji bo van tiştan qeyûm tayinî şûna wan hatiye kirin.
 
YSK'Ê MAZBATA DABÛ BEYOGLÛ
 
Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê li Rezanê ji sedî 71'ê dengan girtibû û bi ser ketibû. Lê belê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bi hinceta namzetê HDP'ê Zeyyat Ceylan bi KHK'ê hatiye îxrackirin mazbata nedabû û ji dêvla Ceylan mazbata dabû namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglû ku di hilbijartinê de ji sedî 26'ê dengan girtibû.