Ji kedkarên fransayî yên di grevê de re nameya piştevaniyê şandin 2019-12-11 15:26:02 STENBOL - Endamên Sendîkaya Nakliyat Îş'ê ji bo kedkarên fransayî yên li dijî reforma teqawîtbûnê di grevê de ne re nameya piştevaniyê şandin.    Sendîkaya Karkerên Barkêşiyê (Nakliyat-Îş), li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê bi daxuyaniyeke çapameniyê ji bo greva kedkarên fransayî ku di 5'ê kanûnê de dest pê kiribnû, peyamên piştgiriya dan. Kedkaran piştî daxuyaniyê, nameyeke ku ji bo piştgiriya kedkarên fransayê amade kiribûn şandin.