Bozgeyîk: Em ê li dijî şer aştiyê biparêzin 2019-10-20 17:05:03   MÊRDÎN - Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk derbarê du mamosyên li Nisêbînê ji ber gilîkirina nuçegihana ÎHA’yê ji peywirê hatin dûrxistin de, daxuyanî da û got: “Em ê  li dijî şer, rant, talan û artêşa dizekan helwesta xwe ya aştiyane dewam bikin.”  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, derbarê bûyerên piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Nisêbînê rû dan û du mamosteyên ji ber gilîkirina nûçegihana ÎHA’yê ji kar hatin avêtin de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li Parka Bariş hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî mirinê jiyanê diparêzin” hat vekirin. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Ayşe Acar Başaran û gelek endamên rêxistinên civaka sîvîl beşdarî daxuyaniyê bûn.    BOZGEYÎK: EMÊ JIYANÊ BIPARÊZIN   Hevserokê KESK’ê Bozgeyîk, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku gel ji ber şerê li ser sînor rû dide mexdûr biye û neçarî koçberiyê tê kirin. Bozgeyîk, anî ziman ku ji ber şer xizmeta çemawerî ji holê hatiye rakirin û wiha got: “Em kedkarên çemawerî li dijî şerin û dibêjin divê ku gel bi hevre bijîn. Îro êrîş li dijî azadiya me, mafê me yê xebatê û gelek mafên me yên din hene. Bloka desthilatdariya AKP û MHP’ê ya di hilbijartina 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de winda kir, bi gotinên cihekar kedkaran tîne beramberî hev. Bi gelên Sûriyeyê û Rojhilata Navîn re tu pirsgirêkên me nîn in. Em dixwazin ku emperyalîst dest ji dargirkeriya xwe ya li Sûriyeyê berdin û axa Sûriyeyê terk bikin. Em îro carek din dibêjin ku em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin. Piştî her şerekê, mirin, şin û dizîtî li holê dimînin. Îro li Rojhilata Navîn, bi polîtîkayên rant û talanê hewl didin artêja dizekan ava bikin. Li dijî vê yekê emê li dijî şer helwesta xwe ya aştiyê biparêzin.”    ‘DI BIRA ME DE YE’   Dûre Berdevkê Demî yê KESK’ê Ahmet Ozen, daxuyaniya hevpar a li ser navê platformê xwend û wiha got: “Di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêk encex bi diyalogê çareser bibin. Hîna encamên giran ên êrîşên li ser Efrînê li holêne, dîsa bi heman teknîkê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Îro va ye dîsan heman encam derdikevin holê. Şer îstîsmara jin û zarokane. Ji ber vê em şer naxwazin.”    Ozen bal kişand ser du mamosyonên ji kar hatin avêtin û wiha bilêv kir: “Di encama nêzîkatiya rojnamegereke provokatîf de du mamosyên me hatin binçavkirin û dûre ji kar hatin dûr xistin. Ev şerma mirovahiyê ye. Ji bo ku mafê bingehîn ên mirovan bên avakirin û parastin, divê têkoşîn bê dayîn. Ji bo ku pirsgirêkên civakî bên çareserkirin, divê aştî, demokrasî, wekhevî û jiyana azad bên pêşxistin.”    Piştî axaftina Ozen, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Ji şer re na, aştî hê niha” bi dawî bû.