Karker û kedar: Em naxwazin fatureya şer bidin 2019-10-15 12:15:29 STENBOL – Karker û kedkarên li Stenbolê dijîn, li dijî şerê ku li ser Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku naxwazin fatûreya şer bidin.    Şerê ku Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dest pê kir, di roja 7'an de berdewam dike. Piştî şer dest pê kir, kriza aborî kir dîsa ket rojevê. Dîsa Dolar li hemberî TL zêde bû. Karker û kedkarên li Stenbolê dijîn diyar kirin ku ew naxwazin fatûreya şer bidin.    Rêveberê Şaxa Hêjmar 1 a Sendîkaya Genel Îş a DÎSK’ê ya Herêma Anadolu ya Stenbolê Alîekber Erarslan, diyar kir ku hemû fatûreya şer ji pişta karker û kedkaran tê derxistin û wiha got: "Butçeya ku li şûna ji çîna karkeran re bê qetandin, ji bo şer hatiye veqetandin. Şer bi xwe re betali û zixaniyê tîne. Em dixwazin şer û operasyon bên rawestandin. Em li vî welatî mirovên ku bacê didin. Ji hilbijartinê heta hilbijartinê diçin ser sindoqê. Em ne aliyê ji şer re dibêjin erê. Em aliyê ji şer re dibêjin Na nin. Divê ev alî jî bê dîtin."    'EM NAXWAZIN BARÊ VÎ ŞERÎ RAKIN'    Karkerê Şaredariya Maltepe ku rayedarên şaredariyê dawî li karê wî anîn Alkan Okuyucu diyar kir ku şer di aliyê aborî de dixe nava krîzê û wiha got: "Dixwazin fatûra vî şerî ji pişta karkeran derxin. Şerê heyî ne fêdeya wî li Tirkiyeyê û ne jî li karkeran heye. Fêdeya vî şerî li tu kesî tune ye. Em êdî nixwazin bibin hemalê barê vî şerî."    WÊ BÊJIN 'EM DI ŞER TE NE PERE TUNE'    Karkerê Şaredariya Ataşehirê Alişan Îspiroglu ya ji kar hat avêtin jî bertek nîşanî şer da û wiha got: "Bi lêçûna li şer dê krîza aborî bêtir kûr bibe. Wê ji karkerên heqê xwe dixwazin re bêjin 'Em di şer de ne pere tune' û şer wê bêtir bandorê li karkeran bike."    NE JI BO ŞER, JI BO PERWERDEHIYÊ BUTÇE    Karkerê Şaredariya Zeytinburnu yê bi KHK'ê ji kar hat avêtin Kenan Gungordu jî bertekên xwe anîn ziman û xwest li şûna li şer pereyan xerç dikin ji perwerdehiyê re butçeyê veqetînin.