Xwendekar ji dêvla dersan ketine etra debarê 2019-10-10 09:02:45 MÊRSÎN - Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, bal kişandin ser krîza aborî û gotin, êdî me dev ji dersan berdaye em ketine etra debarê.  Ji ber krîza aborî êd, xwendekar jî ketine etra debarê. Xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê Ercan Agtaş û Bunyamîn Yûkûş, bilêv kirin ku ji ber zemên tên kirin nikarin debara xwe bikin.    Agtaş, destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ya xwendekarên zanîngehê pirsgirêka debarê ye. Agtaş, da zanîn ku aşxane li ser hev du xwarinê biha dike û êdî nikarin li aşxaneyê jî xwarinê bixwin. Agtaş, got: "Heqê dolmîşan jî biha ye. Ez di xaniyê bikirê de me. Heqê ceryan, av û kirê tim biha dibe. Ji ber vê em nikarin debara xwe bikin."    BÛRSA DEWLETÊ TÊRA WAN NAKE    Xwendekar Yûkûş jî, bilêv kir ku krîza aborî herî zêde tesîrê li xwendekaran dike. Yûkûş, anî ziman ku ji ber krîza aboî 6-7 meh in bavê wî betal e û ji ber ku bavê wî betal e nikare alîkariya wî jî bike. Yûkûş, got: "Em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin alvêrê bikin. Pêlava herî erzan 70-80 lîre ye. Dewlet mehê 500 lîreyî bûrsê dide, lê ew jî têra me nake."