Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL 2019-10-08 09:42:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî hat ragihandin wê Tirkiye êrîşî herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike, dolar bû 5.85 lîre.   Piştî DYA'yê daxuyand wê Tirkiye di nêz de êrîşî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike, dolar teqil li xwes xist. Duh dolar ji 5.71 lîreyan bû 5.75 lîre. Her wiha gava Serokê DYA'yê Donald Trump gef li Tirkiyeyê xwarin û got, ez ê aboriya Tirkiyeyê serobino bikim, dolar ji 5.75'an bû 5.85 lîre.