Aborînas Muftuoglu: TUÎK rastiyan nîşan nade 2019-10-06 09:09:56   STENBOL – Aborînas Ozgur Muftuoglu, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û got: "Raqamên enflasyonê yên meha Îlonê ya TUÎK'ê rastîyê nîşan nade. Hikûmeta AKP'ê bi rêya medya navendî îlluzyonê dike û civakê dixapîne. lê rastî ne wisa ye.    Saziya Îstatistîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), raqamên enflasyonê ya meha îlonê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê di meha îlonê de enflasyon li gorî meha borî ji sedî 0,99 û li gorî sala par ji sedî 9,26 zêde bû. Lê dema em li mehên dawî dinerin, ceyran, xaza xwezayî, mazot û gelek zexîre li ser hev zem xwarin. Zema zêde bû sedem ku raqama enflasyonê ya ji sedî 0,99 bi şik û guman e. Têkildarî rewşa aborî û daneyên TUÎK'ê aborînas Ozgur Muftuoglu nirxandin kir.    TUÎK RASTÎYAN NÎŞAN NADE   Muftuoglu, destnîşan kir ku raqamên TUÎK’ê rastiyê nîşan nade û wiha got: "Her meh ceyran, xaza xwezayî zemê dixwe. Hemû zexîre û amûrên pêdivîya sereke zem dibe. Lê li gel vê yekê TUÎK weki ku enflasyon daketiye nîşan dide. Bi vê yekê hikûmeta AKP îmze avêt bin rewşek din a awarte. Tenê hikûmeta AKP'ê dikare vê yekê bike. TUÎK ji bo vê yekê hesab bike û enflasyonê kêm nîşan bide, zanistî tev nagere. Rêbaz guhert. Berhem û malzemeyê ew dixwaze hildibijêre. Ji ber ku berhemên li gorî pêdiviya civakê hilnabijêre û yên zem nexwariye nîşan dide wekî ku enflasyon kêm bûbe xuya dike. Dîsa serî li rêbazên din dide û enflasyonê kêm nîşan dide. AKP bi van lîstikan krîza aborî vedişêre. Lê her kes dibîne ku ev ne wisa ye."    MA / Naci Kaya