‘Em ji Somayê dizanin, patron tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin' 2019-06-12 09:26:10 KOCAELÎ – Nûnerên BAMÎS û DEV-TEKSTÎL'ê der barê mirina 4 karkerên ku li Çayirovayê jiyana xwe ji dest dan de axivîn û gotin: "Em ji Somayê dizanin. Patron û rêveberên bi awayekî aşkere girtiyan ber bi mirinê ve dişînin tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin."    Li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Çayirova ya Kocaeliyê, li Tekstîla Akpinarê 3 jê sûriyeyî û yek jê afxan 4 karker di şewatê de jiyana xwe ji dst dabûn. Der barê vê bûyerê de hevkarên fabrîkayê M.G. û F.A. ahtin girtin. Sendîkaya Karkerên Metalê yên Serbixwe (BAMÎS) û Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Şoreşger (DEV-TEKSTÎL), bûyera rû da nirxandin.    ‘CINAYET E'    Nûnerê BAMÎS'ê yê Kocaeliyê Fahrî Koçan, diyar kir ku piştî şewatê bi rojekê hatiye cihê bûyerê û li gor çavdêriyên wan ên ewil îhmalkariyeke mezin heye. Koçan, got: "Bi qasî lêkolîn û dîtinên me yên li cihê bûyerê, ev yek cinayeteke karî ye. Eger lêkolîneke berfirehti bê kirin wê îhmalkariyên mezin aşkere bibin. Me hevdîtin bi karkerên li derdora fabrîkayê re çêkirin. Di van hevdîtinan de karkeran got, wexta şewta çêbûye ji 30 karkeran 26 jê reviyane derve û 4 karker jî ber bi qatên jor ve çûne. Yanî em bi rihetî dikairn bêjin ku; eger mehê carekê cihê kar bihata kontrolkirin an jî di warê ewlehiya kar de tevdîr bihatana kirin û karker bihatana perwerdekirin wê ew karker ber bi jor ve neçûna. Wê derketena derve. Her wiha ber bi jor ve reviya bin jî îhtimala wan a xelas bibin heye. Avahî 4 qatî ye, derketina ji wir zor e. Loma divê du nêrdewanên şewatê hebûna. Li gor lêkolînên me nêrdevana şewatê ya kargehê tune ye."    ‘KARGEH NÊZÎ AKP'Ê YE'    Koçan, diyar kir ku xebatkarên fabrîkayê û karkerên li derdorê gotine ev kargeh nêzî AKP'ê ye û got: "Ji ber nêzî AKP'ê ne qey kargeh kontrol nekirine? Eger hatibe kontrolkirin kêmasiya karmenda heye yan na? Ji bo ev pirsên di serê me de zelal bibin em li bendê ne rayedar daxuyaniyekê bidin."    ‘PATRON BI AWAYEKÎ NIMÛNEYÎ TÊN GIRTIN'    Nûnerê DEV-TEKSTÎL'ê Okan Karaçan jî, diyar kir ku piraniya karkerên vê fabrîkayê koçber bûne û piranî jî derî tomarkirinê hatine xebitandin. Karaçan, got: "Ji ber derî tomarkirinê hatine xebitandin nasnameya kesên mirin jî nehatiye tespîtkirin. Patronê fabrîkayê ji bo sîparîşên beriya cejnê bigihîne karkerên rojane girtine. Ji ber kara zêde ya patron, di warê ewlehiya kar de tevdîr nehatine girtin û ev bûye sedema mirina 4 karkeran." Karçan, bal kişand ser girtina du kesan jî û got: "Ji kesên hatine girtin yek xwediyê fabrîkayê ye û yek jî xwediyê fabrîkayeke din ku di nav vê fabrîkayê de ye. Lê em ji Somayê dizanin. Patron û rêveberên bi awayekî aşkere girtiyan ber bi mirinê ve dişînin tenê bi awayekî nimûneyî tên girtin."   ‘PERGALA KEDXWARIYÊ GUH NEDA CEJNÊ'    Karaçan, anî ziman ku ji ber hêrsa kara zêde ya patronan cinayetên karî rû didin û got: "Ev şewat careke din nîşan da ku kedxwar, û cinayetên karî guh nadin cejnê jî. Heta pergala kedxwariyê hebe em ê her roj bi nûçeyên cinayetên karî hişyar bibin. Em baş dizanin herî zêde di sektora tekstîlê de kes derî tomarkirinê tên xebitandin. Ji ber giraniya şert û mercên kar, ji ber mesaiyên zêde karker di şert û mercên nebaş de tên xebitandin û ev jî dibe cihê pirsgirêkên mezin. Li fabrîkayan şert û mercên ku karker wek mirovan nayên hesibandin her diçe zêdetir dibin."    RÊXISTINBÛYÎNA KARKERAN   Karaçan ku got "Pergala patronan û patron bi xwe kiryarên van cinayetan e. Lê belê bêyî bên cezakirin vê çerxa xwe ya kedxwariyê didomînin" destnîşan kir ku ji bo rê li ber vê girtin pêdivî bi rêxistinbûyîna karker û kedkaran heye.