‘Heta krîz hebe wê zarokên karker jî bimirin' 2019-06-12 09:23:27 ÎZMÎR - Endamê Hewldana Meclîsa ÎSÎG'ê ya Îzmîrê Mûstafa Guven, bi boneya Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan axivî. Guven, bilêv kir ku di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de 26 zarok jiyana xwe ji dest dane û got, heta krîza aborî hebe wê zarokên karker jiyana xwe ji dest bidin.  12 Heîranê Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan e. Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar ku du roj berê weşand, di 5 mehên ewil ên sala 2019'an de herî kêm 26 zarok jiyana xwe ji dest dane.    Di raporê de hat ragihandin ku 28 ji sedî nifûsa Tirkiyeyê zarok in û 21 ji sedî zarok dixebitin. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2018'an de hejmara zarokên karker 7 hezar zêde bûne û di 5 mehên ewil ên 2019'an de herî kêm 26 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. Guven, destnîşam kir ku heta krîza aborî hebe wê zarokên karker jî bimirin.    Guven, anî ziman ku ji 26 zarokên îsal jiyana xwe ji dest dane 4 jê zarokên keç in. Guven, bi bîr xist ku bi hatina biharê re mirina karkerên zarok zêde dibin û karkerên li nav erdan dixebitin hemû derî tomarkirinê ne. Guven, diyar kir ku zarokên li qada pîşesaziyê dixebitin demek dirêj dixebitin, bi toz, boyax û madeyên kîmyewî re rû bi rû dimînin. Guven, bilêv kir ku 36 jis edî zarok li pîşesaziyê û 7 ji sedî jî li ser îneşatan jiyana xwe ji dest didin.   QANÛN TÊ BINPÊKIRIN   Guven, bi bîr xist ku Tirkiye îmze daniye bin peymanên navnetewî yên ji bo astengkirina karkeriya zarokan û got: "Li gorî peymana ÎLO'yê temenê zarokatiyê heta 18 sala ye. Zarokên di biniya 18 salan de tên xebitandin. Li gorî qanûna me divê zarokên 15-18 salî di akrên giran û talûke de nexebitin. Lê mixabin di karên giran êns ermayeyê de bi heqedesteke erzan tên xebitandin û ev jî tê wateya nehesibandina qanûnê."    ZAROKÊN 5 SALÎ DIXEBITIN    Guven, diyar kir ku nêzî 5 milyon penaber li Tirkiyeyê ne û nêviyê wan jî zarok in. Guven, bi bîr xist ku zarokên sûriyeyî di şert û mercên giran de û bi heqdesteke erzan tên xebitandin. Guven, bilêv kir ku zarokên karker ên sûriyeyî bi piranî di sektora tekstîlê de, li nav erdan, li ser îneşatan tên xebitandin û got: "Mesela di sektora qundereyan de zarokên di nav 5-18 salan de tên xebitandin. Li van kargehan li hemberî madeyên kîmyewî tu tevdîr nayên girtin. Her wiha li van atolyeyan zarokên karker bi şidetê re jî rû bi rû dimînin."    Guven, got: "Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyî ji sala 2010'an heta niha li 416 kargehan binpêkirina karkerên zarok tespît kiriye. Ev ji ber polîtîkayên nekontrolkirin û bêcezatiyê yên dewletê ne. Eger rê li ber xebitandina zarokên penaber ku sermaye wand die xebitandin neyê girtin wê gelek zarok bimirin."    ‘EM ZAROKÊN XWE NEKIN ÊMÊ KRÎZA SERMAYEYÊ'    Guven, destnîşan kir ku karkeriya zarokan di heman demê ji ber derî tomarkirinê tên xebitandin ev tê wateya qadeke bêrêxistinbûyî û got: "Dewlet di sala 2018'an de 'Roja Têkoşîna Li Hemberî Karkeriya Zarokan' îlan kir. Lê belê ev yek tenê bi kampanyayên spotî tê kirin. Zarokên karker herî zêde di sala 2018'an de jiyana xwe ji dest dan, ev ne tesadufî ye. Çimkî krîz heye û heta krîz hebe wê zarokên karker bimirin. Di vî warî de sendîka û partiyên muxalif jî zêde tev nagerin. Divê rojeva herî sereke ya têkoşîna ji bo demokrasî û çînî karkeriya zarokan be. Em demokrasiyê ji bo pêşeroja zarokên xwe dixwazin û divê em nehêlin zarokên me bibin êmê krîza sermayeyê  û wan ji karên giran ku wan ber bi mirinê ve dibe xelas bikin û bitêkoşin."