ZMO: Şewitandina pirêzeyê zirarê dide axê 2019-06-12 09:21:43 AMED – Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samet Ûcaman, diyar kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin.  Li herêmê paleyiya genim, ceh, nîsk û nokan dest pê kir. Lê belê piştî palehiyê cotkar pirêzeya heyî dişewitînin. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ya Amedê Samet Ûcaman, ji bo vê yekê bang li cotkaran kir ku pirêzeyan neşewitînin. Ûcaman, destnîşan kir ku şewitandina pirêzeyan hem zirarê dide axê hem jî dide tenduristiya mirovan û bang li rayderan kir ku tevdîrê bigirin.    ‘GELEK GIYANEWER DIMIRIN'    Ûcaman, bilêv kir ku şewitandina pirêzeyê avaniya axê bi tevahî diguherîne û hemû giyanemwer û organîzma tesîrê ji hevdu digirin. Ûcaman, got: "Bi şewitandina pirêzeyê re gelek giyanewerên dimirin. Kîmyaya axê bi germahiyê re diguhere. Ji ber pirêze dişewite, wexta cotkar erdê xwe dajo mecbûr dimîne gubre û dermanên biha bikire. Ji ber vê carinan tovê tê reşandin ber nagire. Yanî ahndîkapeke bi vî awayî heye. Piştî paleyiyê dibê erd bê ajotin. Niha li Tirkiyeyê giha bixwe jî tê îthalkirin. Ji ber vê fiyetê giya jî biha ye. Di dema paleyiyê de ger cotkar ji bin ve jêbikin wê pirêzejî kêm be. Bi vî awayî wê ajotina erd jî rihet be û wê fêdeya wê jî hebe. Wê karibe vê kayê jîb ifiroşe. Divê îsal cotkar vê yekê baş esas bigirin."    Ûcaman, anî ziman ku bi şewitandina pirêzeyê re hewa qirêj dibe, zirarê dide tenduristiyê û pergala atmoferê xirab dike.    ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN'    Ûcaman, destnîşan kir ku divê Wezareta Çandiniyê der barê şewitandina pirêzeyan tevdîran bigire. Ûcaman, anî ziman ku 3-4 sal in tevdîr nayên girtin. Her wiha Ûcaman, diyar kir ku li herêmê midûriyetên çandniyê, rêveberiyên herêmî û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî tevdîran nagirin. Ûcaman, bilêv kir ku divê li gundan bigerin û ji welatiyan re bê gotin ku pirêze neyên şewitandin û zirara wê bê vegotin.    ‘NE HEYFA AXA ME'   Ûcaman, destnîşan kir ku divê cotkar pirêzeyê neşewitînin û got: "Em ji bo salekê tenê vê axê najonin. Erdnîgariya me yekem erdnîgariye ku çandinî lê hatiye kirin. Erdnîgariyeke ku cara ewil jinê tov lê reşandiye. Bi hezarn sal e ev ax, berdariya vê axê hatiye parastin. Lê 30-40 sal in dawî ax xirab bûye. Pergal xirab dibe. Ne heyfa axa me."    MA / Rûken Demir