Di şewata li şantiyeyê de karker mir 2026-05-17 13:22:20 NAVENDA NÛÇEYAN- Li Mereşê li şantiyeya înşeatekê şewat çêbû. Di şewatê de karker jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn.   Li Taxa Dogûkent ya navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê, li cihê razanê yê karkerên şantiyeya înşeatekê de şewat çêbû. Tenduristkar û agirkuj sewqî cihê b»yerê hatin kirin. Mudaxileyî şewatê hat kirin. Hat diyarkirin ku di şewatê de karkerek jiyana xwe ji dest daye û 6 karker jî birîndar bûne. Bi mudaxileyê şewat hat tefandin û kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.   Têkildsarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.