Karkerên Flormarê: Em ê ddi hilbijartinê de ligel kesên doza kedê dikin bin 2018-06-07 09:25:18 KOCAELÎ – Karkerên ku li firmaya Flormar kozmetîkê dixebitîn, ji ber ku xwestin bibin sendîkayî ji kar hatin avaêtin. Karkaran got “Ne Flormar, berxwedan em xweşik dikin” û destnîşan kirin ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin partiya doza kedê dike.  119 karkerên ku li firmaya Flormar kozmetîk ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Gebzeyê ye, dema xwestin bibin sendîkayî ji kar hatin avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin ji 15’ê Gulanê ve li ber fabrîkeyê çalakiyê li dar dixin. Karkeran, bilêv kir ku ew ê di hiblijartina 24’ê Hezîranê de dengê xwe bidin partiya ku doza kedê dike û mafê karkeran diparêze.    ‘DÎWARAN LÊ DIKIN, LÊ DÊ WINDA BIKIN’    Karker Selda Kûşçû, diyar kir ku ji ber ku wê piştevaniya hevalên xwe yên ku doza mafên xwe dikin kiriye ji karê xwe ku 6 sal in dikir hatiye avêtin. Kûşçû, destnîşan kir ku lê belê ji bo ku ew vegerin ser karê xwe ew ê bitêkoşin û got: “Dîwaran lê dikin, bendan datînin, lê dê ew winda bikin.”    Kûşçû, bang li Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayip Erdogan kir û got: “Em jî zarokên vî welatî ne. Her meh bac ji meaşê karkeran tê stendin. Eger bêdeng bimînin û destekê bidin kardêr, ev neheqî ye. Li hemberî îktîdarê û rêveberiya yekzilamî em ê li gel yên doza kedê dikin cih bigirin. Kî doza mafê karkeran bike û xwedî li keda wan derkeve em ê li cem wan cih bigirin.”    ÇALAKIYEKE RENGÎN   Karker Şukriye Akyldiz ku ji sala 2014’an ve li Flormar kozmetîkê dixebite û ji kar hat avêtin, diyar kir ku ji ber ku wan mafê xwe yê di çarçoveya qanûna bingehîn de bi kar aniye ji kar hatine avêtin. Akyildiz, bilêv kir ku lê belê li hemberî vê yekê ew her sibeh saet di 7’an de tên ber fabrîkeyê û çalakiyê li dar dixin û got: “Em rojî jî digirin û her roj li vira ne. Qada me ya berxwedanê gelekî rengîn e. Ji derdorên cuda gelek hevalên me hene. Em dilîzin û govendê digerînin. Saziyên civaka sivîl tim serdana me dikin. Em ji kar hatin avêtin, lê em ne xemgîn in. Bereksê vê heyecana berxwedanê li me peyda bûye.”    ‘EM Ê DI HILBIJARTINÊ DE LI GEL KESÊN DOZA KEDÊ DIKIN CIH BIGIRIN’    Akyildiz, destnîşan kir ku ew ji kar hatine avêtin û mexdûr bûne û got: “Di çarçoveya madeya 25’an de em ji kar avêtin. Nahêlin em ji tu mafî sûdê bigirin. Niha li pêşiya me hilbijartin heye. Bila baş zanibin ku em ê di vê hilbijartinê de li cem kesên doza kedê dikin cih bigirin.”    Akyildiz, bang li gel jî kir ku malzemeyên Flormarê nekirin û got: “Ne Flormar, berxwedan em xweşik dikin.”    MA / Elif Çetiner