ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû 2024-03-04 10:33:11   ENQERE - ENAG’ê ragihand ku enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû û enflasyona salane weke ji sedî 121,98 ragihand.    Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji akademîsyen û aborînasan ava kirine, ragihand ku Endeksa Bihayê Mezêxer (E-TUFE) di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû. Di heman demê de ENAG’ê ragihand ku E-TUFE di nava 12 mehên salê de jî bû ji sedî 121,98.    Di meha çileyê de E-TUFE ji sedî 9,38 zêde bû û derketibû ji sedî 129,11 zêde bû.