Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’ 2024-02-28 15:18:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkarên ASM’ê bi daxwaza “di bacê de edalet” daketin qadan û gotin: “Em dikarin pergala bacê ya ne bi edalet biguherînin.”    “Pêşniyarqanûna Derheqê Guhertinên di Hinek Qanûnên Têkildarî Tenduristiyê û Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de ya Hejmar 663’yan” tevî nerazîbûnên muxalefetê jî hefteyek berê li Meclisê hate qebûlkirin û bû qanûn. Xebatkarên Navenda Tenduristiyê ya Malbatan (ASM) li dijî vê rewşê û bi daxwaza “di bacê de edalet” dest bi çalakiyên domdar kirin. Xebatkaran dan zanîn ku heta îktîdar ji vê sepana xwe ya bacê ya bi awayekî neheq û nebiedalet paşvegav diavêje dê çalakiya xwe bidomînin.    AMED    Di duyemîn hefteya çalakiyan de Odeya Bijîşkan a Amedê (DTO) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê, li pêşiya ASM’a Korxetê ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Xebatkarên bijîşktiya malbatan di bacê de edaletê dixwazin” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Şaxa SES’ a Amedê Mehmet Nûr Ulus ve hate xwendin.    Ulus, anî ziman ku divê bêyî heqê gel were xwarin bac bi awayekî adilane û wekhev bên parvekirin û wiha domand: “Bi krîza aboriyê re barê bacê yê li ser milê xebatkarên biheqdest girantir bû û bacên bi rêyên cuda tên standin zêdetir bûn. Vê jî kiriye ku xebatkar nema dikarin bijîn. Heta ku îktîdar dev ji vê sepana xwe ya baca neheq û ne bi edalet ber dide jî dê têkoşîna xebatkarên ASM’ê berdewam bike.”    Bi heman boneyê û daxwazan li Dêrsim, Antalya û Edeneyê jî daxuyanî hatin dayîn.