Motorîn careke din hate zemkirin 2024-02-13 09:40:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di derengiya şevê de 2 lîre 55 kirûş zem li motorînê hate kirin.    Bihayê sotemeniyê her ku diçe bihatir dibe. Duh bi şev 2 lire 55 kirûş zem li motorînê hate kirin. Li gel zema nû hatiye kirin, bihayê lîtreyeke motorînê li Stenbolê bû 44 lîre, li Enqereyê jî ji 45 lîreyan derbas bû.