Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat 2018-03-10 11:45:20 MÊRDÎN – Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê cezayê dîsîplînê ku li 330 endamên Egîtîm Senê ji ber çalakiya grevê pêk anîbûn, hatibû birîn erê kir. Dadgeha Îdare grevê wek “Xebatên sendîkayî” dît û Dadgeha Îstînafê jî xebatên sendîkayî wek “Îsabeta hiqûqî” nedît û biryara 1’emîn Dadgeha Îdareyê red kir.  Lîjneya Rêveberiya Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a girêdayê Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi boneya pevçûnên li heremê şermezar bikin û li dijî şer aştiyê daxwaz bikin di 29’ê kanûna 2015’na de ji bo rojekê dest ji kar berdabûn û grev li dar xistibûn.    LI 330 ENDAMAN CEZAYÊ BIRÎNA JI MÛÇEYÊ    Li ser vê yekê 330 endamên Egîtîm Senê yên Mêrdînê çalakî li dar xistibûn. Midûriyeta Perwerdehiya Millî ya Mêrdînê, der barê 330 mamosteyan de lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Di demek kurt de lêpirsîn bi encam bû û bi hinceta “Bêyî qisûr rojek an du roj peywîra xwe nekiriye” bi rêjeya 1/3 ji mûçeyê mamosteyan wek ceza hat birîn.    DADGEHA ÎDARE GOT ‘XEBATÊN SENDÎKAYÎ’    Li ser vê yekê mamosteyan ji bo betalkirina ceza serî li 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya Mêrdînê dan û îtîraza ceza kirin. Dadgeha îdareyê çalakî û greva endamên Egîtîm Senê wek “Xebata sendîkayî” dît û xwest pereyên li mamosteyan hatiye birîn paş de bê dayîn.    DADGEHA ÎSTÎNAFÊ BIRYARÊ ‘ÎSABETA HIQÛQÎ’ NEDÎT    Midûrieyat Perwerdehiya Millî ya Mêrdînê bi boneya biryara 1’emîn Dadgeha Îdareya Mêrdînê xera bibe serlêdana temyîzê bir 3’yemîn Daîreya Dozên Îdarî ya Dadgeha Îdere ya Herêma Dîlokê (Îstînaf). Dadgeha Îstînafê serlêdana temyizê ya Midûriyeta Perwerdehiya Mêrdînê êrênî dît û biryara Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê wek “îsabeta hiqûqî” nedît û xwest cezayê birîna mûçeyê mamosteyan pêk bê.  Piştî Dadgeha Îstînafê biryarê da ji her mûçeyê mamosteyekê hezar û 102 TL pere hat birîn.