Li Bismilê wesayîta karkeran qelibî: 2 karker mirine, 15 jê jî birîndar bûne 2020-10-17 19:37:31   AMED – Li Bismilê mînîbûsa karkerên tekstîlê qeza kir. Di qezayê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 15 karker jî birîndar bûne.    Li Bismila Amedê, mînîbusa karkerên tekstîlê li ser rêya Bismil-Êlihê li texma Bazara Genimfiroşan qeza kir. Ji ber ku ajovan nikaribûye serî bi dîroksiyon derxe qeza çêbûye. Di qezayê de 2 karker jiyana xwe ji dest dane û 15 karker jî birîndar bûne.    Mînîbûs li refûjê qelibiye û qulopanî bûye.   Piştî welatî xeberê didin, koma tenduristvanan tê cihê bûyerê. Piştî mudaxileya li cihê bûyerê birîndar û cenazeyan radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.