ÎSÎG: Di 6 salan de Hezar û 925 kakerên teqawît bûn qurban 2020-06-29 14:30:36   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku di navbera 2013-2019'an de herî kêm Hezar û 925 karkerên gihiştine temenê teqawîtiyê di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), têkildarî rewşa karkerên di qezaya kar de jiyana xwe ji dest dan rapor amade kir. Li gorî raporê di navbera salên 2013-2019'an de Hezar û 925 karkerên ku temenê wan hatiye asta teqawîtbûnê jiyana xwe ji dest dane. Meclîsa ÎSÎG'ê daxwazên xwe jî anî ziman û wiha got:    “ *Divê karker piştî xebata salekê  karker teqawît bibin. Divê şert û mercên karkeran bê başkirin. Divê temenê teqawîtbûnê bê daxistin.    * Tevê tewawîtbûn ne li gorî temen be. Divê mafê teqawîtbûnê bê naskirin.    * Divê karker bê sîgorta neyên xebitandin.    * Divê hemû mafên ku tazmînta bi qedem qezenç kirine bên parastin.    * Divê her cureyên xebata sist bê qedexekirin."