Li quntara Qerejdaxê pîrozbahiya Newrozê
Li quntara Qerejdaxê pîrozbahiya Newrozê

Bi hezaran kesên ku li quntara Çiyayê Qerejdaxê hatine ba hev bi meşale û bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin
Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin

Kongra Star ji bo diyarkirina çarenûsa windayan û dîlgirtiyên dema êrişên ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê kampanyayek îmzeyan da destpêkirin.

Li Qamişlo 3 kesên ku konê şînê şewitandibûn hatin girtin
Li Qamişlo 3 kesên ku konê şînê şewitandibûn hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) daxuyand ku 3 kesên destên wan di şewitandina konê şîna Elaa El Emîn de hene hatine girtin û dê encamên lêpirsînê bên parvekirin.

Li Kobanê şîna Salih Muslim hat danîn
Li Kobanê şîna Salih Muslim hat danîn

Ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim li Kobanê şîn hate danîn.

Di êrişên Îsraîl-DYA'yê de jê 5 zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîl-DYA'yê de jê 5 zarok 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrişên hevbeş ên Îsraîl û Amerîkayê li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jê 5 zarok 14 welatiyên sivîl hatin qetilkirin û 6 welatî jî birîndar bûn.

Ji Mucteba Xamaney peyama ewil: Em ê eniyên nû bixin dewrê
Ji Mucteba Xamaney peyama ewil: Em ê eniyên nû bixin dewrê

Rêberê nû yê olî yê Îranê Mucteba Xameneyî, di peyama xwe ya ewil de got: "Ger şer dewam bike li gorî berjewendiyan em ê eniyên nû bixin dewrê."

KONGRA-GEL ji bo Muslim û Kiliç peyama sersaxiyê weşand
KONGRA-GEL ji bo Muslim û Kiliç peyama sersaxiyê weşand

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji bo Osman Kiliç û Salih Muslim peyama sersaxiyê xwes û got: "Şehadeta van herdu berxwedêrên me ku ji bo gelê me xwedî kedekî mezin bûn, windahiyekê mezin e."

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Hakan Fîdan: Em ji bo her cure senaryoyê amade ne
Hakan Fîdan: Em ji bo her cure senaryoyê amade ne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ku hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyaya Federal Johann Wadephul re kir, têkildarî şerê li Rojhilata Navînê de axivî. Fîdan ku got "Em ji bo her cure senaryoyê amade ne", anî ziman ku ew li gor rewşa şer tevdîran digirin.

Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin
Li dijî baregehên leşkerî yên Iraqê êriş hate kirin

Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Iraqê ya li navçeya Mexmûrê ya Mûsilê êriş hate kirin.

Rojnameger Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da
Rojnameger Osman Kiliç jiyana xwe ji dest da

Rojnameger Osman Kiliç ku demekî dirêj bû li Hollandayê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Salih Muslim gihişt Qamişloyê
Cenazeyê Salih Muslim gihişt Qamişloyê

Cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim gihişt Qamişloyê.

Peyamên sersaxiyê yên ji bo Salih Muslim: Bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re bê bîranîn
Peyamên sersaxiyê yên ji bo Salih Muslim: Bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re bê bîranîn

PJAK, YPJ, FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyamên sersaxiyê weşandin û gotin ku ku Muslim bi fedekariya xwe kesayetekî mînak bû û dê her tim bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê bê bîranîn.

Êrişî Heşdî Şabiyê hat kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn
Êrişî Heşdî Şabiyê hat kirin: 9 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

Li Anbarê di êrişa li dijî kêm çekdar ên girêdayî Heşdî Şabiyê, ji Tevgera Ensarullah Evfiyayê 9 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.

Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite
Ayşegul Dogan: Divê birêz Ocalan di şertên azad de bixebite

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de bixebite.

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin
Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin

Dê hevserokên giştî yên DEM Partî û DBP'ê, beşdarî merasîma cenazeyê Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim bibin.

Ji ber şer hilberîna petrolê kêm dibe
Ji ber şer hilberîna petrolê kêm dibe

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, daxuyand ku ji ber şerê li Rojhilata Navînê û ewarebûna li Tengava Hurmuzê, hilberîna petrolê ya welatên kendavê rojane herî kêm 10 milyon varîl kêm bûye.

Rêveberiya Kobanê: Divê Şam berpirsyartiyên xwe bicih bîne
Rêveberiya Kobanê: Divê Şam berpirsyartiyên xwe bicih bîne

Rêveberiya Xweser a Kobanê, diyar kir ku rêveberiya Şamê hêj berpirsyartiyên xwe yên Peymana 29’ê Çileyê bicih ne aniye û got ku hêj dorpêça li ser bajar didome.

Eyşe Efendî: Dê mîrateya siyasî ya Salih Muslim bijî
Eyşe Efendî: Dê mîrateya siyasî ya Salih Muslim bijî

Eyşe Efendiyê diyar kir ku ew ê têkoşîna hevjînê xwe Salih Muslim bidomîne û got ku wekî yek ji hevalên Abdullah Ocalan, wî ji salên 1980'yî vir ve tevahiya jiyana xwe ji bo vê têkoşînê terxan kiriye.

Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Em ê her tim xwedî li wan derkevin
Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Em ê her tim xwedî li wan derkevin

Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan, gotinên di Rapora Pisporan a di dosyayeke lêpirsînê de ji bo Dîlan Oklu ya YJA Starê hatine bikaranîn şermezar kir û got: “Em ê dev ji xwedîderketina li miriyên xwe û parastina heysiyeta wan bernedin û her tim daxwaza rêzgirtin û edaletê ji bo wan bikin.”

ÎHD: Di meşa 8'ê Adarê ya Antalyayê de pêkanînên cudakar hatin kirin
ÎHD: Di meşa 8'ê Adarê ya Antalyayê de pêkanînên cudakar hatin kirin

Di rapora 8'ê Adarê de ya Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD a Antalyayê, hat diyarkirin ku bi lêgerîn, pêkanîna GBT'ê û desteserkirina pankartên ku endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê re mafê civîn û xwepêşandanê û her wiha qedexeya cudakariyê hatiye binpêkirin.

Doza Hurmuz Dîrîl hate lidarxistin: Cînayeteke ‘Duşema Sor’ e
Doza Hurmuz Dîrîl hate lidarxistin: Cînayeteke ‘Duşema Sor’ e

Danişîna ewil Hurmuz Dîrîl ku 6 sal û 2 meh in tu agahî jê nayên girtin, hate lidarxistin. Parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku cînayet bi aşkerayî hatiye kirin û got: “Em bi cînayeteke ‘Duşema Sor’ rû bi rû ne.”

Salih Muslim ji bo azadî û aştiyê têkoşiya
Salih Muslim ji bo azadî û aştiyê têkoşiya

Salih Muslim ku 55 salên emrê xwe bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derbas kir, got “Yê ku hêviyê ava dike Rêbertî ye” û îşaret bi fikrên jê bandor bûye kir. Muslim, diyar kir ku şoreşa Rojava ku tê de cih girt, ji bo mirovahiyê şoreşeke mînak e.